Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev çalakî piştî ku nûnerên hemû çîn û beşan daxwaznameyek fermî ji bo wergirtina destûrê pêşkêş kiribûn, tê lidarxistin; li ser vê bingehê, sibê di saet 10:30an de, li nêzîkî keleha Hewlêrê, li Baxa Bajêr, civîna gelê tê lidarxistin û xwenîşandan dest pê dike. Di vê çalakiyê de hemû pêkhate û beşên cuda beşdar dibin.
Omed Xoşnaw piştrast kir ku, wekî komîteya ewlehiyê ya parêzgehê, ji bilî dayîna destûra fermî, hemû amadekariyên pêwîst ji bo rêxistinkirin û parastina ewlehiya xwenîşanderan hatine kirin.
Di dawiyê de, parêzgarê Hewlêrê ji gel, hemû çîn û beşan, hêzên siyasî, pêkhateyên olî û neteweyî û her wiha rêxistinên civaka sivîl xwest ku di xwenîşandanê de beşdariyek çalak û berfireh bikin, ji bo yekrêziyê û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.







