Îro Çarşem 25ê Çiriya Paşîn a 2026an, Omed Xoşnaw, waliyê Hewlêrê, di bangewaziyeke neteweyî de ragihand ku ax û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir pêdiviya yekîtiyê, yekdengî û helwesta welatiyan heye.
Di bangewaziyê de hatiye gotin ku ji bo piştgirîkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê û parastina axa wê, sibê Pêncşem 26ê Çiriya Paşîn a 2026an, di saet 10:30ên sibehê de, li Baxa Şarê (nêzîkî Keleha Hewlêrê), civînek û xwepêşandaneke gelêrî û neteweyî dê bê lidarxistin.
Waliyê Hewlêrê bang li mezin û biçûk, karmend, mamoste, xwendekar, karker, bazirgan, ciwan, jin, hemû aliyên siyasî, pêkhateyên olî û neteweyî û rêxistinên civaka sivîl kiriye ku beşdariyeke berfireh û bibandor bikin, da ku peyameke zelal, aştiyane û yekgirtî bigihîje hemû cîhanê.
Omed Xoşnaw herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku di vê civînê de tenê ala Kurdistanê bilind dibe û bilindkirina tu alayên din an sloganan partî û taybet nayê destûrdayîn.
Derbarê dewamê fermî de, waliyê Hewlêrê ragihandiye ku sibê betlaneya fermî nîn e û dewamê dezgeh û saziyan dê asayî be ji bo rêvebirina karûbarên welatiyan. Lê desthilata tevahî hatiye dayîn hemû rêveber û berpirsên dezgeh û navendên xwendinê ku hemû hêsankariyan bikin û destûrê bidin karmend û mamosteyan da ku bikarin beşdarî vê civînê bibin.







