Roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2026an, li Pîrêmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nikolo Fontana, balyozê Îtalyayê li Iraqê, kir.
Di civînê de, ku Tommaso Sansone, konsulê giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî hate nîqaşkirin û li ser pêşketinên nû yên têkiliyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi taybetî nirxandin hate kirin.
Di vê çarçoveyê de, Serok Barzanî, bi îşaretê biryara leşkerî ya duhê Hikûmeta Federal a Iraqê, tekez kir ku destûrê cureyê desthilatdariyê û cureyê têkiliyên di navbera her du aliyan de diyar kiriye û Herêma Kurdistanê bi tu biryar û mijarekê re danûstandin nake ku li derveyî Destûra Iraqê be.
Serok Barzanî her wiha ragihand ku hemû hewildan tên kirin da ku pirsgirêk bên çareserkirin, lê tu kes û aliyek mafê wê tune ye ku bi biryarekî nedestûrî û zihniyeta înkarker, îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê ferz bike.
Di heman civînê de, balyozê Îtalyayê li Iraqê ragihand ku welatê wî bi girîngî li rola û pozîsyona Herêma Kurdistanê dinêre û piştgiriyê dide Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî. Wî hêvî xwest ku pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de bi diyaloq û têgihiştinê bên çareserkirin û bigihîjin encameke baş.







