Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê fermî de ji raya giştî û navendên navneteweyî re, fikara xwe derbarê tengezariyên dawî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de anî ziman û hişdarî da li dijî metirsiya her helwestekê ku bibe sedema çêbûna bêewlehiyê û binpêkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Komîsyona Mafên Mirovan tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêkhateyek destûrî ya hatî nasîn e û parastina rûmet, ewlekarî û debara niştecihan berpirsiyariyeke hevpar a yasayî û exlaqî ya hemû aliyên e. Ji vê aliyê ve jî çend xalanên sereke anîn pêş:
1. Komîsyona Mafên Mirovan daxwaz dike ku Destûra Iraqê wekî xwe û bi tevahî were pêkanîn, ne bi awayekî hilbijartî (intiqayî) û bi paşguhkirina bendên bingehîn; di heman demê de divê hemû biryar di çarçoveya destûrê de bin û taybetmendiya herêmê bê rêzgirtin.
2. Herwiha pêwîst e ku her nakokî tenê bi rêya diyalog û têgihiştinê were çareserkirin; penaberbûn bo bikaranîna hêza leşkerî metirsiyeke mezin e ji bo aramî û stabîlîza welatiyên sivîl.
3. Ji aliyekî din ve hat tekez kirin ku divê nakokiyên siyasî bi jiyana rojane, mûçe û debara welatiyên Herêma Kurdistanê re neyên tevlihevkirin, ji ber ku dabînkirina debara yek ji mafên bingehîn ên Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan e.
4. Komîsyona Mafên Mirovan ji Bexdayê daxwaz dike ku ji bo berjewendiya giştî, zimanê têgihiştin û hevkariya bi kar bîne da ku pirsgirêkên li benda çareseriyê werin çareserkirin û stabîlîza Iraqê were parastin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê dê çavdêriya rewşê bidomîne û Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên navneteweyî ji hemû pêşketin û metirsiyan agahdar bike.







