Ragihandina Parastina Sivîl a Soranê amaje bi vê yekê kir ku piştî tîmên wan ji hebûna termekî nenaskirî li herêmeke sînorî ya dijwar hatin agahdar kirin, ew yekser gihiştine cihê armancê û piştî vekolîn û lêgerînê derketiye holê ku term ji ciwanekî welatiyê Afganistanê ye û nasnameya wî hatiye diyarkirin.
Ev di nav demeke mehekê de bûyera duyemîn a bi vî rengî ye, ku 2 termên welatiyên Afganistanê li ser vê rêya sînorî tên dîtin.
Parastina Sivîl a Soranê herwiha got: Bi hewldan û westiyana tîmên xwe û bi hevkariya polîsa herêmî ya Hacî Omeranê, term ji wê herêma çiyayî û dijwar hatiye anîn jêr û ji bo temamkirina prosedurên qanûnî û pêwîst hatiye şandin bo bijîşkiya dadwerî.







