Li dû belavbûna çend rewşên nexweşiyê li beşek ji parêzgehên Iraqê, Wezareta Tenduristiyê ragihand ku iltîhaba perdeya mejî nexweşiyeke veguhêz e û dibe sedema iltîhaba perdEyên mejî û stûyê, nexweşî bi testa taybet tê diyarkirin û hemû dermankirinên pêwîst li Herêma Kurdistanê hene.
Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku ew rewşên li Herêma Kurdistanê tên tomarkirin, rewşên takekesî ne û li gorî pîvanên navneteweyî yên epidemiolojiyê, wek salên borî ne; tu nîşaneya neasayî ya belavbûna nexweşiyê tune ye û tîmên tenduristiyê berdewam in ku dibistan û cihên giştî bişopînin.
Herwiha hat piştrastkirin ku di vê demê de rewş ne hewceyê fikarê ye û tu biryarek ji bo rawestandina karûbaran an prosesa xwendinê tune ye, di heman demê de tîmên bijîşkî di amadeyiya tevahî de ne û di rewşa derketina her bûyereke nû de raya giştî dê were agahdarkirin.







