Îro yekşem 29ê Çiriya Paşîn a 2026an, Hişyar Zêbarî, berpirsê Navenda Rêbertiya Bexdayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Bexdayê serdana Emmar Hekîm, serokê Rêça Hikmeta Niştimanî, kir û bi wî re civiya.
Di civîna wan de dawîn pêşveçûnên rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê hatin nîqaşkirin. Herdu aliyan li ser girîngiya girtina rêya diyaloq û têgihiştinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayînde, herwiha pêşxistina berjewendiya giştî û parastina destkeftiyên siyasî, civakî û ewlehiyê yên welatê tekez kirin.
Di civînê de herwiha bal hat kişandin ser pêwîstiya vegerîna bo Destûrê û bicihanîna naveroka wê, bi taybetî ew beşa ku girêdayî belavkirina dadperwerane ya çavkaniyan û pabendbûna bi bingehên hevparî, hevsengî û lihevhatinê ye; bi awayekî ku baweriya di navbera hemû aliyên de xurt bike û çareserkirina mijarên nakok bi rêya diyaloga siyasî û saziyên destûrî misoger bike.
Di dawiyê de, herdu aliyan girîngiya domandina têkilî û hemahengiya di navbera hêzên niştimanî de dubare kirin, bi armanca derbasbûna ji tengaviyên heyî, bihêzkirina aramiyê û xizmetkirina berjewendiyên welat û gelê wî.







