Nivîsa peyamê:
Bi germî serkeftina rêveberiya, kadroya rahêneran û hemû lîstikvanên klûba Senharib a Dihokê pîroz dikim, ji ber bidestxistina sernavê şampiyoniya Asyayê Rojava ya topa basketbolê û tomarkirina vê destkeftiya mezin a werzîşê.
Ev serkeftin ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê çavkaniya serbilindî û pesindayînê ye û îradeya keçên Kurdistanê ji bo serkeftin û derketina wan li qadên werzîşê yên cîhanê nîşan dide.
Digel spas û pesindayîna me ji bo hewl û westiyana hemû wan kesên ku di vê serkeftinê de beşdar bûn, em ji bo klûbê û lîstikvanên wê domandina serkeftinan û bidestxistina destkeftiyên werzîşê yên zêdetir dixwazin.







