Îro, Yekşem 29ê Çirîna Paşîn a 2026an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li hesabê fermî yê xwe yê li ser tora civakî ya (X) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Hikûmetê di peyama xwe de nivîsandiye: "Ez germtirîn pîrozbahiyên xwe ji şampiyonê cîhanê yê boksê yê Kurd Agît Kabayel re pêşkêş dikim, bi boneya serkeftina wî ya dîrokî û parastina kemera şampiyoniya cîhanê ya giraniya giran (WBC)".
Di dawiya peyamê de jî Mesrûr Barzanî ji bo Agît Kabayel serkeftin û pêşketina domdar xwest.







