Îro, şemî 28ê Çiriya Duyemîn a 2026an, li navenda Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê, heyetên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê civiyan û di dawiyê de daxuyaniyek hevpar belav kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye: Civîn bi taybetî li ser rewşa nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê, yekgirtina helwestan li hember mijarên heyî û têkiliyên Herêma Kurdistanê bi sazîgehên federal re bû.
Di daxuyaniya hevpar de hatiye diyarkirin: Herdu alî li ser pêkanîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û beşdarbûna bi helwesteke yekparçe di civîna roja 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an de, ku li Bexdayê bê lidarxistin, li hev bûn; herwiha li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya destûra mayînde ya Iraqê de û parastina hevpar a mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê rawestan.







