Îro şemî 28ê Çiriya paşîn a 2026an, ofîsa ragihandinê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiveke taybet de ji Rehîm Reşîdî, nûçegihanê Kurdistan TV li Amerîkayê, bi navê berdevkekî wezaretê helwesta fermî ya Amerîkayê li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku welatê wî piştgiriyê dide Iraqeke serwer, yekgirtî û federal, herwiha di çarçoveya wê de piştgiriyê dide Herêmeke Kurdistanê ya Iraqê ku aram û pêşketî be.
Berdevkê herwiha dubare kir ku Washington piştgiriya xwe ji bo bidawîanîna nakokiyên kom bûyî di navbera Bexdayê û Hewlêrê de bi rêya diyalogê û bi awayekî ku Destûra Iraqê bibe bingeha çareseriyê, nîşan dide.
Ev helwesta nû ya Amerîkayê piştî biryarên yekalî yên hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federal a Iraqê tê, derbarê dosyaya neftê, dergehên sînorî û desthilatên îdarî; ji ber vê yekê hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û welatiyan bi rêya xwepêşandan û helwesteke hevpar nerazîbûna xwe ya tund li hember van gavên xuyandine û wan wekî binpêkirina Destûrê û statûya Herêmê dibînin.







