Îro, Înê 27ê Çiriya paşîn a 2026an, Gerînendeyiya Polîsê Parêzgeha Silêmanî di daxuyaniyekê de eşkere kir: piştî ku şeva borî, di 26ê Çiriya paşîn a 2026an de, ji ber çêbûna nakokiyekê di navbera çend ciwanan de li taxa Sabûnkeraan a bajarê Silêmanî, bûyera gulebarankirinê rû da; di encamê de welatiyek bi navê (R. E. S), 22 salî, jiyana xwe ji dest da û welatiyekî din bi navê (H. H. C), 18 salî, birîndar bû.
Li gorî daxuyaniyê, piştî agahdarkirina dadgerê lêkolînê li ser bûyerê û amadekirina dosyaya lêkolînê, hêzên polîsê bi hevkariya beşên Gerînendeyiya Ewlekariya Parêzgeha Silêmanî karîn tawanbarê bûyerê bi navê (B. B. N), 20 salî, bigirin û çekekî pistolê ku di sûcê de hatibû bikaranîn jî desteser bikin.
Polîsa Silêmanî herwiha destnîşan kir ku niha tawanbar bi biryara dadgerê û li gorî maddeya 406 a Qanûna Cezayê Iraqê hatiye ragirtin û lêkolînên li ser dosyayê berdewam in.







