Li gorî agahiyan, di encama gulebaranê de welatiyek bi navê (Rênwar Ebdulrehman) di cih de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê şandin Forensîka Silêmaniyê. Di heman demê de, kesekî din ku bi giranî birîndar bû, ji bo wergirtina dermankirina bijîjkî bilez veguhast nexweşxaneya bajêr.
Li cihê bûyerê, gumanbarê gulebaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û dosyaya lêkolînê li dijî wî hate vekirin. Di lêkolînên destpêkê de jî derketiye holê ku gumanbar serxweş bû û bikarhênerê madeyên hişber bû.
Ji aliyê din ve, malbata kesê ku hat kuştin ragihand ku wan bi tu kesî re ne pirsgirêkeke civakî û ne jî dijminatiyek hebû û ji ber qewimîna vê sûcê ji nişka ve ketine nav şokê.







