Li gorî daxuyaniya hevbendiyê, konferansa çapemeniyê sibê roja Şemiyê, 28ê Mijdarê, saet 15:30 li (Qada Şêx Seîd) li bajarê Amedê dê bê lidarxistin.
Armanca lidarxistina vê çalakiyê, nîşandana helwestê û ragihandina hevderdiyê bi bira û xwişkên Başûrê Kurdistanê re ye, li hemberî ew êrîş û gefên ku Herêma Kurdistanê bi wan re rû bi rû dimîne. Di heman demê de, di peyamê de bang li hemû civatên gel û raya giştî ya welatparêz hatiye kirin ku beşdarî konferansa çapemeniyê bibin, ji bo nîşandana yekîtiya neteweyî ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurdistanê.







