Îro şemî 28ê Çirîna Duyemîn a 2026an, tê payîn ku saet 11:00ên berî nîvro li bajarê Silêmaniyê civînek çaralî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, bi amadebûna Neçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî, bê lidarxistin.

Silêmanî.. Civîna çaralî ya PDK û YNK tê lidarxistin
Civîna çaralî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna Neçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî, bê lidarxistin. Di civînê de biryarên dawî yên Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê û civîna bendewar a di navbera Hewlêr, Bexda û Amerîkayê de bêne nîqaşkirin.






