Dezgeha Medya û Agahdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporek analîtîk li ser pêvajoya bicihanîna Destûra Iraqê ya sala 2005 belav kiriye. Di raporê de hatiye gotin: Piştî derbasbûna zêdetirî bîst salan ji bicihanîna Destûra herdemî ya Iraqê ya sala 2005, belgeyên qanûnî, darayî û siyasî nîşan didin ku hikûmetên Iraqê yên li pey hev bi destûrê re ne wekî referansa qanûnî ya bilind û girêdayî, lê wekî belgeyek ji bo hilbijartina beşekê, derxistina paş, betal kirin an jî şîrove kirin li gorî berjewendiyên siyasî re mijûl bûne. Ev rêbaz di pratîkê de dewleta Iraqê ber bi navendgeriyê ve biriye, bingeha hevbeşiya rastîn hilweşandiye û zexta bernamekirî li ser mafên destûrî û çarçoveya siyasî ya Herêma Kurdistanê xistiye.

Nûçe
Binpêkirinên Destûra Iraqê ji aliyê Hikûmeta Federal ve li hember Herêma Kurdistanê
Kurte
Dezgeha Medya û Agahdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporek analîtîk li ser pêvajoya bicihanîna Destûra Iraqê ya sala 2005 belav kir.






