Rêveberiya Deriyaya Navneteweyî ya Perwêzxanê destnîşan kir ku hin rûpel û hesabên torên civakî, bi mebesta xera kirina navûdeng û şaşkirina raya giştî, dengekî derew belav kirine ku dibêje Wezareta Parastinê ya Iraqê boriyeke nefta qaçax li Deriyaya Perwêzxanê dîtiye; lê di nûçeya fermî ya Wezareta Parastinê ya Iraqê de bi eşkere hatiye diyarkirin ku boriyê neftê li ser sînorê parêzgeha Selahaddînê hatiye dîtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan aliyên li pişt belavkirina van dengan dixwazin bi armanc hemwelatiyan bişaşînin; ji ber vê yekê daxwaz dikin ku bi berpirsiyarî û profesyonelî reftar bikin û berî belavkirina her agahiyekê, li rastî û duristiya nûçeyan lêkolîn bikin.







