Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) ragihand ku DYA ji bo mîvandariya yekemîn guhertoya dîrokî ya Kupaya Cîhanê ya klûbên jinan hate hilbijartin; ew dê bi beşdariya 16 klûban û her çar salan carekê bê lidarxistin.
Îro, Înî, 23ê Cotmeha 2026ê, Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) di ragihandinekê de eşkere kir: DYA ji bo mîvandariya yekemîn guhertoya dîrokî ya şampiyoniya Kupaya Cîhanê ya klûbên jinan hate hilbijartin; di vê şampiyoniyê de (16) klûb, bi nûnertiya şeş konfederasyonên parzemînî, beşdar dibin, bi armanca bilindkirina asta futbolê ya jinan di asta klûbên cîhanê de.
Li gorî pergala şampiyoniyê, (13) klûb rasterast digihîjin qonaxa koman, di heman demê de sê klûbên din di rêya pêşbirka play-offê ya hilbijartinê de pêşbaziyê dikin. Her wiha nasnameya klûbên beşdar li ser bingeha encamên klûban di şampiyoniyên parzemînî yên herî navdar de, di navbera salên (2024 heta 2027) de, dê bê diyarkirin.
FIFA eşkere kir ku hilbijartina DYA-yê li ser bingeha pêşketina binesazî û xizmetguzariyan, ligel wê pêşwazî û coş û heyecanê mezin e ku li wê welatê ji futbolê ya jinan re tê dayîn, hatiye kirin. Ev biryar jî di civîna Konseya FIFA-yê de hate dayîn, ku di 15ê Cotmeha vê salê de li bajarê Zûrîhê yê Swîsreyê hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku tê plan kirin ev şampiyonî bibêje pêşbaziyeke rêkxistî û her çar salan carekê bê lidarxistin; ev jî piştî ku Federasyona Navneteweyî cara yekem di sala (2025) de planên xwe ji bo destpêkirina wê ragihandibû.







