Kovara mûzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kiriye

taybete bi mûzîka Kurdî
کوردستان TV
100%

Kovara mûzîkê ya xwerû bi kurdî, Ziryabê dest bi weşanê kiriye û jimara yekem li firoşgehan e.

Li gor nûçeyeke bianetê Desteya weşanê ya Ziryabê ji van kesan pêk tê: Ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel, Harûn Elkî û Ozan Irmak. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.

Desteyê armanca derxistina kovarê wiha diyar kiriye:

“Em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi her zaravayên kurdî bên nîqaş kirin. Armanca me  muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî berpêşî xwînerên kurdî bikin. Hêviya me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin. Û em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin.”

Naverok

Naveroka jimara yekem a Ziryabê wiha ye:

Harun Elkîji salên 90’î û heta niha panoramayek berpêş kiriye û derbarê bandora medyaya civakî ya li ser muzîkê bi nivîseke têr û tije hejmara yekemîn xemilandiye. Îbrahîm Sarisu li ser Orfeus ê ku di dîroka muzîkê de di nav çend hozanên herî ewil de ye û derbarê mozaîka wî de bi mijareke balkêş cih girtiye. Serhat Temel derbarê serpêhatiya têkçûna Orkestraya Heskîfê de bi nivîseke taybet me ji rewşa atmosfera salên dawiyê dide serwext kirin. Serdar Ozturk porteyeke dengbêjê nemir Reso nivîsandiye.

Hevpeyvîn

Di hejmara yekemîn de bi Kerem Gerdenzerî û Nizamettin Ariç; Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, Cem Şivan Ergul, Siya Şevê û Rewşan Çelîker re hevpeyvîn hatiye kirin.

Di kovarê de ji bilî gotar û hevpeyvînan danasîna albûma Mirady û nirxandinek li ser albûma Serhat Ertunayî jî heye.

Her wiha di kovarê de nûçe, danasîna kitêbeke muzîkê û playlîstek jî heye.

Hêjayî gotinê ye ku di hejmara yekemîn de postera gewreyê rocka bi kurdî Kerem Gerdenzerî û albûma Siya Şevê ya bi navê Li Pey Siya Xwe weke diyarî tê dayîn.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.