PDK: Serdanên me bi dawî hatine

dibêje kêşeyek bi tenê maye û ev jî vê were çareserkirin

Peyvdarê PDKê dibêje serdanên PDK yên bo cem aliyên siyasî bidawî hatine.

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistantvê ragihand ku roja piştî hilbijartinan PDK hewl daye ku bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê li gel tevahiya aliyan danûstandinan bike.

Mehmûd Mihemed diyar kir ku piştî derbasbûna çend mehan bi ser hilbijartinan re, niha serdanên PDKê yên bo cem part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bidawî hatine û li gor PDKê her tişt hatiye bidawî kirin tenê kêşeyek di navbera YNK û Goranê de li ser hebûna yek Cîgir anjî du Cîgir bo Serokê Kurdistanê heye û ev yek li cem PDKê ne kêşeye.

Nav hatî diyar kir ku danûstandin bi dawî hatine û tenê yek kêşe maye û di demeke nêz de ev kêşeya han jî were çareserkirin.