Lîbya vê şere berdewam be

dibêje hin welat çekan bo komên çekdar dişînin

Nunerê hertimî yê Lîbyayê yê li Netewên Yekgirtî Gassan Salame di gotara xwe yaku di civîna civata ewlekariya NY de pêşkêş kiriye ragihandiye ku vê şerê li Lîbyayê berdewam be.

Gassan Selame diyar kiriye ku şerê heyî yê li Terablusê nîşaneya vê yekê ye ku vê li Lîbyayê şereke dijwar û demdirêj destpê bike.

Gassan herwiha eşkere kir ku hin welat berdewamin li ser şandina çek û cebelxaneyan bo komên çekdar lewre lazime civata ewlekarî ya NY zextê li wan welatan bike daku şandina çekan rawestînin.