Trump qebûl kir hêzên zêdetir bişîne deverê

bo parastina hêzên din yên Amerîkayê dişîne deverê

Li gor çapemeniya Amerîkayê, Serokê vê welatî Donald Trump qebûl kiriye daku hêzên zêdetir  bişîne Rojhilata Navîn.

Jêderên Amerîkî behsa vê yekê kirine ku piştî Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxwaz ji wezareta berevanî ya vê welatî kiribû daku hêzên zêdetir bişîne Rojhilata Navîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî qebûl kiriye daku pergalên zêdetir yên berevaniya mûşekî, çekên giran û stafên taybet yên bo bikar anîna wan pergalan bişîne Rojhilata Navîn bi mebesta ji nav birina metirsî û êrîşên muhtemel yên Îranê.