HRE: Li Efrîn û Ezazê 9 leşker û cîhadiyên Tirk hatin kuştin

ev amara çalakiyên sê rojane

Di çarçovaya çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Şera û herêma Ezazê yên li dijî leşker û cîhadiyên Tirkiyeyê de 9 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê li ser çalakiyên wan ên li dijî hêzên dagirker li navçeyên Şêrawa, Cindirêsê, Şera û herêma Ezazê daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Di dîroka 5‘ê Pûşperê de hêzên me bi çalakiyekî li leşkerên Tirk ên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa dan, di encamê de 2 leşker ku yek jê serbaz bû hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Di dîroka 5‘ê Pûşperê de hêzên me çalakiyek li hember komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk li gundê Mersa yê girêdayî navçeya Şera li dar xistin, di encamê de 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di dîroka 6‘ê Pûşperê de hêzên me bi çekên giran li komeke çete bi ser artêşa Tirk li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herema Ezazê dan, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di dîroka 6‘ê Pûşperê de yekîneyek me çalakiyeke li hember seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên li navenda navçeya Cindirêsê li dar xist, di encamê de erebe hat rûxandin, çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Di heman demê de hejmarek ji çeteyan hewl dan çeteyên kuştî û birîndar rakin, hêzên me di vê navberê de mayînekî din di koma çete diteqîne, di encam de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyên ku hatin li dar xistin de 9 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin 5 ji wan brindarbûn herwiha seyareyek leşkerî hat ruxandin."

Anha