Amerîka dorpêçên nû biser Îranê disepîne

dibêje nahêlim Îran bibe xudan çekên etomî

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku vê roja duşemê çend dorpêçên nû û dijwar bi ser Îranê bisepîne.

Trump li ser hijmara xwe ya Twitterê, twittek nivîsand û têde behsa vê yekê kir ku vê duşemê dorpêçên nû biser Îranê bisepîne û bi ti awayî Amerîka rê nade Îran bibe xudan çekên etomî.

Trump eşkere kiriye ku ev dostê xelkê Îranê ye û dixwaze li gel Îrana bêçekên etomî têkiliyên xwe bihêztir bike û Îran bibe welateke berhemdar û zengîn.