Mesrûr Barzanî û şanda yekîtiya odeyên bazirganî yên Amerîkayê civiyan

vê hikûmeta nû çavkaniyên abûriya Kurdistanê zêdetir bike

Îro berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke berfire ya yekîtiya odeyên bazirganî ya Amerîkayê bi Serokatiya Cîgirê Serokê yekîtiya odeyên Bazirganî ya Amerîkayê yê bo karûbarên rojhilata Navîn Steve Lute kir.

Di civînê de Mesrûr Barzaî kêfxweşiya xwe ya li hember hatina ew şanda berfire ya kompaniyên Amerîkî bo Kurdistanê diyar kir û ew yek bi nîşaneyeke girîng ya bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan wesifandز

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser derfetên heyî yên goncaw li Kurdistanê û ragihand ku xaleke sereke ji bernameya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê anîna hijmareke zêde ji hêlbirênerên biyaniye bo Kurdistanê û bêgoman kompaniyên Amerîkî jî dikarin fêde ji derfetên heyî yên abûrî li Kurdistanê werbigirin.

Barzanî eşkere kir ku ev yekem pêngava hikûmeta nû dibe bo zêdetir kirina serçaveyên abûriya Kurdistanê daku bi tenê pişt bi petrolê neyê bestin.

Di beşeke din ya vê civînê de Serokê şanda mêwan hêviya serkeftinê di Serokatî kirina kabîneya nû de bo Mesrûr Barzanî xwest û anî ziman ku yekîtiya odeyên bazirganî ya Amerîkayê dixwaze hana kompaniyên Amerîkî bide daku li Kurdistanê de kar bikin.

Di dawiya civînê de behsa girîngî dan bi hêlbirînê li Kurdistanê de di warê cuda cuda de bi taybetî pêşxistina kerta çandiniyê Kurdistanê de hate kirin û balkêşandine ser pêşde birina hêlbirînê di kertên tendirostî, tekonolojî, pîşesazî û pêşde birina sîstema darayî û perwerde li Kurdistanê de.