Hêzên Îranî dest danîn ser keştiyeke din ya petrolê

dibêjin têde petrola qaçax hebûye

Li gor çapemeniya Îranê îro hêzên deryayî yên Îranê li gerûya Hormuzê dest danîne ser keştiyeke biyanî yaku petrol qaçax kiriye.

Çapemeniya Îranê eşkere kir ku piştî girtina keştiya han, ev keştî bo bendera Bûşehir hatiye veguhastin û 7 hezar lître petrola qaçax yaku di keştiyê de bûye radestî kompaniya nîştimanî ya petrolê ya Îranê hatiye kirin.

Weke tê zanîn beriya niha jî hêzên Îranê keştiyeke Brîtanî girtibûn û Amerîka, Brîtanya û welatên cîhanê jî gef li Îranê kiribûn ku eger ev yek were dubare kirin vê bersifeke tund bidin Îranê.