Pompeo: DIŞI li hin herêman jinûve xurt bûye

dibêje kapasîteya êrîş kirinê tuneye

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku terorîstên DIŞIê  li hin herêman jinûve xurt bûne.

Pompeo ji kanala CBS ya Amerîkî re da zanîn ku DIŞI tevî ku li hîn cîhan xurt bûye jî kapasîteya wê ya êrîşê daketiye.

Wî diyar kir ku ew bi 80 dewletan re tev hewil didin ku DIŞIê bi temamî tune bikn.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berfanbarê de gotibû ku ew dijî DIŞIê bi ser ketine û dîyar kiribû êdî li Sûrîyê leşkerên Amerîkî ne hewce ne.

Voa