Kongresa Amerîkayê huşdarî daye Trump

kongres dibêje lazime dorpêç li ser Tirkiyeyê werin danîn

Kongresa Amerîkayê daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir daku li gor qanûnên Amerîkayê dorpêçan li ser Tirkiyeyê ferz bike.

Kongresa Amerîkayê di civîna xwe de behsa radest kirina karwana dudiyan ya mûşekên S400 yên Rûsî bo Tirkiyeyê kiriye û gotiye; Lazime Amerîka li hember vê yekê helwesteke tund raber bike.

Kongres herwiha daxwaz ji Trump kiriye daku li gor qanûnên Amerîkayê dorpêç li ser Tirkiyeyê deyne beruvajî vê kongres li hember Trump rêbazên yasayî bikar bîne.

Weke tê zanîn li gor qanûneke taybetî ya Amerîkayê, ev welatên ku dostên Amerîkayên ne eger li gel welatek ku neyarê Amerîkayê ye têkiliyên curbicur deynin vê demê lazime dorpêçên ku li ser welatê neyar tên sepandin li ser welatên din jî bêne sepandin.