Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê şoreşek siyasî, civakî û leşkerî bû dijî dagîrkerî

şoreşa Îlonê şoreşeke seranserî li dijî sitem û dagîrkeriyê bû

Serok Barzanî bi minasebeta salvegera destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê peyamek weşand ku ev jî tekesta vêye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa mezin ya Înonê bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir şoreşeke siyasî, civakî û çekdarî ya seranserç ya gelê Kurdistanê bû ku bingeheke bi hêz ji bo xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkeriyê danî.

Di şoreşa Îlonê da Pêşmerge, kadîr, mamosta, xwendekar, jin û hemû çînên civaka Kurdistanî ji netewe û olên cuda cuda, li hemû navçeyên Kurdistanê  pêkve û ji bo yek armanca pîroz ya neteweyî û niştimanî xebat kirin, dîrok û serweriyê tomar kirin.

 Ew destkeft û azadiya niha heye berhem û berdewamiya qûrbanîdan û têkoşîna zarok û gedeyên gelê meye li şoreşa Eylûlê da.

Her di vê şoreşê da bû ku îrade, berxwedan û evîna niştiman li nav rêzên gelê me ewqas bihêz bû ku herdem dijminê pirçek li beranber da dişikiya û cara dawî wê îradeya dijmin anî ser masaya danustandinê.

Şoreşa mezin ya Îlonê hem li dijî sîtemkariyê bû, hem jî pêgihandina mirovên Kurdistanê, ji bo wê yekê ku gelê Kurdistanê mafênp xwe binasê û bihaya bilinda mirovane û Kurdperwerane li nav xelk û kadîr û Pêşmerge da dirust bibê.

Bi cûreyek ku li beranber dijmin de jî bi tenê ji bo carek jî, şoreş dest ji bo kirdareke nebir ku nakok bê li gel biha û yasayên ceng.

Wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimînê û bibin çira û rênîşandera paşaroja me û nifşên paşarojê.

Di salvegera 58mîn saliya şoreşa Îlonê de, pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehreman û wan têkoşeran heye ku li şoreşa Îlonê de rola xwe hebûye û ked û xebatê kirine qurbaniyê dane, çi ewên li nav me da nemane û çi jî ewên ku hê jî li jiyanê da mane. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadiyê.

Mesûd Barzanî

10 ê Îlona 2019