Li Bitlîsê herî kêm 10 welatî canê xwe ji dest dan

8 welatiyên din jî birîndar bûne

Li herêma Bitlîs ya Bakûrê Kurdistanê, mînîbûsek wergeriya. Gelek kes mirin û birîndar bûn.

Îro danê sibê li devera Hîzan ya bajarê Bitlîsê, mînîbûsek wergeriya.

destpêkê hat gotin ku di wê rûdanê de 8 kes mirine lê paşê hat ragihandin ku di wê rûdanê de 10 kes mirine û 7 kes jî birîndar bûne.