Endamên komîsyona Yekîtiya Ewrûpa diyar bûn

26 kes hatine diyar kirin ku 13 ji wan jinin

Seroka jin ya yekem ya YE’ê, Ursula Von der Leyen 26 komîserên komîsyona YEê eşkere kirin.

Li gor nûçeyeke voayê komîsyona nû dê ser şerên bazirganiyê, kêşeya Brexitê, koçberî û dijberîya YE’ê bixebite.

Von der Leyen bo komîseriyê 13 jin û 13 mêr erkdar kirin.

Di komîsyona nû de ji Brîtanya, ku dide zanîn ku ewê di 31’ê Cotmehê de ji YE’ê derkeve, kes tune.