Washington û Pyongyang dîsa dest bi danûstandinan dikin

mimkune hefteya pêşiya me bicivin

Karbidestên Washington û Pyongyangê diyar dikin ku dibe danûstandinên wan jinûve destpê bikin.

Koreya Bakur da zanîn ku di dawiya hefteyê de komxebat dê destpê bikin.

Amerîka danûstandin piştrast kirin, lê li ser wê ti hûrgilî neda.

Li gor nûçeyeke voayê Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus got ku ‘’Ez dikarim bibêjim ku her du alî plan dikin ku hefteya pêş kom bibin.’’

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha Sibatê de li Hanoi ya Vîetnamê kom bûbûn.

Di hevdîtina her du rêberan de ti encama erênî derneketibû.

Washington dixwaze ku Pyongyang bernameya navokî biterikîne û li aliyê din Pyongyangê jî dixwaze ku Washington toleyên dijî wê sist bike.