Betlana cejna Cemayê destpê kir

vê 7 roj bo wan betlana fermî be

Îro cejna Cema ya Kurdên Êzidiye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi fermî dema betlana cejnê bo Kurdên Êzidî diyar kir.

Li gor daxuyaniya nunerên Kurdên Êzidî li wezareta karûbarên olî ya hikûmeta Kurdistanê, hikûmet biryar daye ku her sal 7 roj bi fermî weke betlana cejna Cemayê were diyarkirin û fermanber û karmendên Êzidî ji 6ê Cotmehê heta 13 Cotmehê di betlana cejnê de bin.