Serokwezîrê Kurdistanê li gel Asî Elcebra civiya

Serokwezîr dibêje nabe demografiya deverê were guhertin

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê tevgera Elxeda ya Sûrî civiya û di civînê de tekez li ser vê yekê kir ku nabe demografiya deverê were guhertin.

Serokwezîrê Kurdistanê li ser pêgeha xwe derbarê civînê de wisa nivîsandiye;

Îro yekşem 13 Cotmehê me pêşwaziya Serokê tevgera Elxed ya Sûrî Asî Elcerba kir.

Di civînê de me behsa rewşa Sûriye ûpêşhatên rojavaya Kurdistanê kir û me tekez li ser vê yekê kir ku lazime şer were rawestandin û kêşe bi diyalog û rêbazên aştiyane werin çareserkirin û nabe demografiya deverê were guhertin.