Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim ev bîranîna han bibe sedema xweşiyê

hêviya bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê dike

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta bîranîna ji dayikbûna Hz Muhemed peyamek pêşkêşî misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de hêvî xwestiye ku ev bîranîna han bibe sedema xêr û xweşiyê bo tevahiya misilmanên cîhanê û hana tevahiya aliyan bide bo ser xistina peyama aştiyê li deverê û cîhanê de û çanda dostatî û bihevre jiyana aştiyane bihêztir bike.