Li Geverê di nava malekê de 20 mar hatin dîtin

xudanê malê, ji tirsa mal vala kiriye

Li bajarê Geverê ya ser bi Colemêra Bakûrê Kurdistanê, xudanê xaniyekê ji tirsa maran, xaniyê xwe vala kir û ji xaniyê derket.

Pişt re tîmên şaredariyê serî li malê dan û dest bi lêgerînê kirin û di encam de 20 mar di nava malê de dîtin.

Mar ji aliyê tîmên taybet ve hatin kom kirin û bo derveya malê hatin veguhastin.

N: E. G