Serok Barzanî sersaxî da malbeta Îbrahîm Nayêf Paşa

xwe bi hevparê xemê wan dizane

Îro Serok Barzanî jiber koça dawî ya Serokê eşîra Koçer Mîran peyameke sersaxî belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin

Malbeta birêz Îbrahîm Nayêf Paşa

Mixabin nûçeya koça dawî ya  Serokê eşîra Koçer Mîran, Îbrahîm Nayêf Paşa gehêşte me, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta we, tevahiya xizim û dostên we dikim û xwe bi hevparê xema we dizanim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikin ku giyanê kak Îbrahîm bixe ber rehma xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan.