12 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

herî kêm 12 terorîst hatine kuştin

Hêzên hevpeymanan li çiyayê Qereçoxê 12 terorîstên DIŞIê kuştin.

Li gor zaniyariyên berdest ji duhê bi şev heta niha balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî çend caran cîh û pêgehên terorîstên DIŞIê li çiyayê Qereçoxê bordiman kirine.

Fermandarê mihwera Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî diyar kiriye ku ji duhê şev heta niha balefirên hevpeymaniya cîhanî çend caran cîh û pêgehên terorîstên DIŞIê li çiyayê Qereçoxê birdiman kirine û di encama bordimanê de herî kêm 12 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û sê eşkeftên wan jî bi temamî hatine jinavbirin.

N: E. G