Cîhadiyên Tirkiyeyê dîsa lihev dan

heta niha çend caran şerê hev kirine

Li gor zaniyariyên berdest duhê danê êwarê li bajarê Serê Kanî di navbera komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê de pevçûn derketiye û hîn jî didome.

Jêderên ji herêmê behsa vê yekê dikin ku her du komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê Hemzat û Sutlan Murad duhê danê êwarê jiber lihev nekirin li ser xanî û erdên welatiyekî Kurd ku dagîr kirine, bihev ketine.

Pevçûn heta direngiya şevê dom kiriye û îro dîsa komên cîhadî êrîşî ser hev û du kirine.

Tê gotin ku kuştî û birîndarên her du koman hene lê hijmar nehatiye eşkerekirin.

Weke tê zanîn ku Girê Spî û Serê Kanî ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine dagîrkirin.

N: E. G