Serokê herêmê sersaxî da malbeta Xeyida Kembeş

ev parlementera han duhê bi Koronayê canê xwe ji dest dabû

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de jiber koça dawî ya Parlementera Îraqê Xeyida Kembeş sersaxî da malbeta vê.

Di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbet û kesûkarên Parlementera parlementoya Îraqê Xeyida Kembeş ku duhê jiber Koronayê canê xwe ji dest dabû dikim.

Barzanî di beşeke din ji peyama xwe de nivîsandiye; Hevparê xemê wanim û daxwaz ji xwedê mezin dikim ku rehmetî bi ceneta xwe şad bike û sebir jî bide tevahiya aliyan.

N: E. G