Behreyîn: Îran ewlekariya deverê têk dibe

dibêje Îran nikare şîretan li Behreyînê bike.

Îran bi rêya çekdarên curbicur hewl bo têk birina ewlekariya deverê dike.

Wezareta derve ya Behreyîn bersifa gotinên rayedarên Îranî yên derbarê normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Behreyînê de, da.

Wezareta derve ya Behreyînê eşkere kiriye ku mafê Îranê nîne rê bixe berdem Behreyîn û şîretan li Behreyînê bike.

Wezîrê derve yê Behreyînê Ebduletîf Bin Raşêd ragihand ku Behreyîn xudan serweriye û qebûl nake ti aliyek destwerdanî di karûbarên Behreyînê de bike.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku Îran bi hevkarî û piştîvanî kirin ji komên çekdar hewl bo têk birina aramî û ewlekariya deverê dide.

N: E. G