Serok Barzanî li gel Serokê civata dadweriya Îraqê civiya

behsa rola dadweriyê bo çareser kirina kêşeyan kirin.

Behsa rewşa giştî ya Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê Fayêq Zêdan kir.

Di civînê de Serok Barzanî û Fayêq Zêdan behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Îraqê kirin û balkêşandine ser rewşa dadweriyê li Îraqê û giftûgo li ser têkiliyên navbera dezgehên dadweriyê yên herêma Kurdistanê û Îraqê kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa rola desthilata dadweriyê ya bo çareserkirina kêşeyan û cîhbicîh kirina destûra bingehîn ya Îraqê kirin.

N: E. G