Firat: Serok Barzanî Serokê tevahiya gelê Kurde

dibêje lazime bi rêberatiya Serok Barzanî gelê kurd têkoşîna xwe bi azadiyê tacdar bike.

Mihemed Qasim Firat dibêje lazime Kurd yekgirtî bin.

Neviya Şêx Seîdê Pîran Mihemed Qasim Firat eşkere kiriye ku gelê Kurd gelek kevnar ya Rojhilata Navîne û di dîrokê de jî diyare ku gelek qurbanî daye û dagîrkerên Kurdistanê jî gelek bê rehm û zalim bûne li hember gelê Kurd.

Firat eşkere kiriye ku dagîrkerên Kurdistanê hertim înkara hebûna gelê Kurd kirine û gelê Kurd jî yekgirtî nebûye, ji ber wê çendê jî dagîrker êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd zêdetir kirine û pîroziyên gelê Kurd ji nav birine.

Nav hatî eşkere kiriye ku jiber nakokiyên navxweyî gelê Kurd perçe perçe bûye û şer hev kiriye ku ew jî beşeke ji projeya dagîrkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd, lewre lazime Kurd li dîroka xwe bimêzînin û fêde ji şaştiyên ku hatine kirin werbigire refên xwe yek bixe û di bin rêberatiya Serokekê de bo bidest xistina maf û azadiyên xwe têkoşîna xwe bimeşîne.

Firat tekez li ser wê yekê kiriye ku gelê Kurd dikare di bin rêberatiya Serok Barzanî de ku rêberê tevahiya gelê Kurd e refên xwe yek bixe û têkoşîna xwe bo azadiya yekcarî bidomîne.

N: E.G