Daxwaza hilweşandina parêzbendiya Parlementereke dinyê HDPê tê kirin
26/11/2020 - 15:26
Dadgeha Tirkiyeyê zêdetir ji 6 sal cezayê girtîgehê daye wî.
Îro dadgeha cezayên giran ya Amedê bi hinceta hin gotin û kiriyarên wî, Parlementerê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul bi 6 sal û 3 meh girtîgehê mehkûm kir.
Dadgehê bo ku Kemal Bulbul were girtin û zîndanîkirin, daxwaz ji Serokatiya Parlementoya Tirkiyeyê kiriye ku mafê parêzbendiya wî hilweşîne.
N: E. G