Çekdaran li Serêkaniyê tapo û pereyên xelkê dizîn

pere û tapoyên sê malan dizîne.

 

 

Çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kirine, li gundekî malên xelkê şêlandin û per û tapoyên xaniyên wan jî dizîn.

 Li gorî jêderên xwecihî, doh 3yê Adarê komek çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li gundê El Hemamat yê Serêkaniyê bi ser 3 malên xelkê de girtin û şêlandin.

Çekdaran piştî şêlandina xaniyan, 50 hezar lîreyên Sûrî yên zilamekî û tapoyên xaniyên wan jî dizîn û bi xwe re birin.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G