Daxwaz tê kirin zext li ser Îranê werin zêdetir kirin

dibêje lazime Îran nebe xwedan çekên etomî.

 

24 Kongrêsman nameyeke bo wezîrê derve yê Amerîkayê re şandine.

Kongrêsmanên Amerîkayê daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dikin daku zextên xwe yên li ser Îranê zêdetir bike daku Îran nikaribe bibe xwedan çekên etomî.

24 Kongrêsmanên Amerîkî nameyek bo wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken nivîsandine û jê daxwaz kirine daku derfetên heyî bi baştirîn awayî bikar bînin û îmze kirina rêkeftineke baştir li gel Îranê, rêkeftinek ku Îran nikarêbe bibe xwedan çekên etomî û herwiha deriyên tevahiya navendên etomî yên Îranê bo çavdêr û lêkolerên navnetewî yên ser bi ajansa etomiya cîhanî vekirî bin.

Herwiha ev Kongrêsmanên han daxwaz ji hikûmetê kirine daku wisa bike ku Îran derbarê zengîn kirina Uraniyûmê de û têkdana aştiya deverê û cîhanê de hesabê bide.

N: E. G