HC: DIŞI hîn jî metirsiye bo ser Îraq û cîhanê

dibêje hîn jî karînên wan hene ku kiriyarên terorîstî pêk bînin.

Dibêje karînên terorîstan hene ku êrîşan pêk bînin.
Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê (HC) daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa DIŞIê kiriye.
HC di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku her çend DIŞIê hatiye têkbirin lê hîn jî karînên terorîstên DIŞIê yên bo pêkanîna kiriyarên terorîstî hene.
HC di berdewamiya daxuyaniyê de nivîsandiye: DIŞI hîn jî metirsiyeke mezine bo ser asayîşa Îraq û cîhanê.
Weke tê zanîn beriya du rojan Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de diyar kiribû ku hîn jî karînên terorîstên DIŞIê hene ku sînoran derbas bikin û kiriyarên terorîstî pêk bînin.
N:E. G