Kazimî daxwaza lêkolînê derbarê êrîşan de dike

dibêje lazime tawanbar werin darizandin.

Dibêje lazime bilez lêkolîn li ser êrîşên duhê bi şev were kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ragihandiye ku lazime bilez lêkolîn li ser êrîşên duhê bi şev yên li ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê û deverên di were kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî û hevdem Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraqê ye, ragihandiye ku dabîn kirina asayîş û aramî erkê hikûmet û hêzên têkildare lewre lazime bilez aliyên têkildar dest bi lêkolîn kirin li ser êrîşên duhê bi şev yên ser Hewlêrê û deverên din bikin.

Kazimî tekez li ser vê yekê kiriye ku kesên ku dixwazên aramiya welat têk bibin lazime rûbirûyê qanûnê werinkirin.

N: E. G