4 roje pêşmergeyek wendaye

li Silêmanî wenda bûye.

Heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Ev 4 roje ku pêşmergeyeke komeleya zehmetkêşên Kurdistan/ Îranê li bajarê Silêmanî wendaye û kes nizane çi bi serê wî hatiye.

Ev pêşmergeya Komele navê xwe Simko Benefşiye, temena wî 35 sale û ji roja sêşemê ve li bajarê Silêmanî wendaye û heta niha ti zaniyarî derbarê çrenivîsa wî de nehatine bidestxistin.

Simko Benefşî ku  xelkê bajarê Sineyê ye, roja sêşemê bi tirimbîleke hizba Komele, çûye nava bajarê Silêmanî ve û wenda bûye.

Hate zanîn ku tirimbîla ku Simko pê re çûye derve, hatiye dîtin lê ti kes nizane çi bi ser Simko de hatiye.

N: E. G