HC: Kesên hatine kuştin Îraqî ne

heta niha hikûmet nikariye pêşiya wan êrîşan bigire.

Di encama êrîşên ser karwanên hevpeymaniya cîhanî de hatine kuştin.

Hevpeymaniya cîhanî, daxuyaniyek derbarê êrîşên komên çekdar yên Îraqê li dijî karwanên leşkerî yên hêzên hevpeymaniya cîhanî belav kiriye.

Di daxuyaniya HC de hatiye diyarkirin ku di wan demên dawî li Îraqê, êrîşên dijî karwanên leşkerî û locistîkî yên hevpeymaniya cîhanî zêde bûne.

Di berdewamiya daxuyaniya han de behsa wan kesan hatiye kirin ku di encama wan êrîşan de hatine kuştin anjî birîndar bûne û hatiye nivîsandin: Ew kesên ku di encama êrîşan de hatine kuştin, tevahiya wan Îraqî ne û ne leşkerên Amerîkî anjî welatekî didin.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji salekêye ku li naverast û başûrê Îraqê êrîşên komên çekdar yên li dijî hêzên hevpeymaniya cîhanî zêde bûne û hikûmeta Îraqê jî heta niha nikariye pêşiya wan êrîşan bigire.

N: E. G